Karwanê leşkerî yê Amerîkayê li Iraqê kete ber êrîşê
Karwanê piştgiriyê yê leşkerên amerîkî yên dagirker li parêzgeha Babila Iraqê kete ber êrîşê.
Karwanekî piştgiriyê yê leşkerên amerîkî yên dagirker li parêzgeha Babila Iraqê rastî teqîna bombeyeke li kêleka cadeyê hat. Hîn ti hûrgiliyek li ser goriyên îhtimalî ji ber vê êrîşê û asta zirar û ziyanên lêketî li karwanê amerîkî nehatiye weşandin.
Piştî pesendnameya parlimana Iraqê derbarê derxistina leşkerên biyanî ji axa vî welatî û derengkirina Bexdayê di vî warî da, karwanên piştgiriyê yên hevpeymaniya amerîkî bi awayê hefteyî û carinan di heyama rojekê da çend caran rastî teqîna bombeyê li kêleka cadeyê tên.
Komên iraqî tekez dikin ku hikûmeta Iraqê bi cihanîna pesendnameya parlimana vî welatî divê hêzên biyanî ji Iraqê derxîne.
Parlimana Iraqê di Çileya 2020î da û li pey kiryara terorîstî ya Amerîkayê ya terorkirina serdarê sipehbod ‘Hecî Qasim Sulêymanî’ Fermandeyê wê demê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û ‘Ebû-Mehdî Muhendis’ Alîkarê Serokê Rêxistina Heşdi-Şeibiyê ya Iraqê, pêşnumaya derxistina hêzên biyanî ji axa vî welatî pesend kir.