Adar 25, 2023 14:28 Asia/Tehran
  • Dosyeya gendeliyê ya 44 berpirsên Iraqê tê hilkolandin

Li Iraqê dosyeya gendeliyê ya 44 berpirsên pilebilind tê hilkolandin.

Dadwer ‘Heyder Henûn’, Serokê Desteya Nezahe (Destpakî) li Iraqê, di Press-Konferasekê de ragihand: Derbarê wergirtian diravê qaçax û radestkirina kesên ku li dizîna diravê giştî de destê wan hebûye, me bi hejmarek ji welatên ereb û biyanî re li hev kir ku bi zûtirkê bi yek ji van welatan re rêketinekê wajo bikin.

Li gorî rapora salane ya Desteya Destpakîyê ser dosyeya gendeliyê ya Teşkîlata Dadweriyê, li ser dosyeya 44 wezîr û berpirsan û 44 kesên pile û postên taybet, lêkolîn hatine kirin.

Her wiha zêdetirî 32 milyar û 859 milyon dînarê iraqî û diraveke zêde jî hatiye vegeradin.

 

Serepeyv