Adar 24, 2023 17:47 Asia/Tehran
  • Alê Sadiq: Îran li dû berfirehkirina hevkariya bi Iraqê re ye

Balyozê Îranê li Bexdayê ji ber rola Iraqê ya kêrhatî di warê gotûbêjên Têhran û welatên navçeyê de, sipasiya vî welatî kir û got: “Îran li dû berfirehkirina hevkariya xwe bi Iraqê re ye.”

 ‘Muhemed-Kazim Alê Sadiq’, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: “Du welatan di warê aborî û ticaretê, enerjî û tranzîtê hevkariya xwe hene û her wiha hinek hevkarî jî di warê çandî de hene û Îran li dû jordebirina asta hevkariya di van zemîneyan de ye.” Alê Sadiq her wiha got: Iraqê ji hêla siyasî, roleke giring di warê vegerandina gotûbêj û muzakireyên kêrhatî yên Komara Îslamî ya Îranê û welatên navçeyê hebû.”

 Balyozê Îranê li Bexdayê her wiha destnîşan kir: “Iraqê rola pêşengtiyê li navçeyê heye û Îran jî hewil dide li navçeyê ewlehî û aşiti pêk were.”

 Iraq di nav welatên ereb ên navçeya Rojavayê Asyayê de, nêzîkatiyên herî zêde ên çandî û mezhebî bi Îranê re heye.

Hebûna sînorên herî dirêj di nava cîranan de, têkiliyên regezî, dîrokî, zimanî, xalên hevpar ên olî û hebûna gef û berjewendiyên hevpar ên emnî û aborî ji xalên giring di têkiliyên Îran û Iraqê de tên hesab.

 

Serepeyv