Parlemanterê Iraqê ser gotûbêjên ji bo derxistina hêzên amerîkî ji vî welatî teqez kir
Parlemanterekî iraqî got ku li parlemana vî welatî gotûêjên ji bo praktîzekirina pêşnumaya parlemanê û derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê di rojevê de ne.
‘Elî Neime’, Parlemanterê Iraqê îro Înîyê got: Bo biryara parlemanê derheq derxistina hêzên amerîkî ji welêt divê gotûbêjên ji bo derxistina van hêzana bên didomin.
‘Elî Neime’ her wiha got: Iraq li himber Rêxistina herî çekdar a terorîst yanî DAIŞ’ê de sekinî û karî bêyî hewcetiya bo hêzên amerîkî yên li Iraqê, bi alîkariya hêzên emnî û Heşda Şebîyê wan têk bibe.
Wî got: Iraqê li axa xwe hewcetî bi ti hêzeke biyanî tine û parlemanê jî tenha rêya ku heye eva ye ku bo derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê rawêjkariyên xwe zêdetri bike.
Piştî cinayeta Amerîkayê di warê şehîdkirina Hecî Qasim Silêymanî, Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipahê û Ebû Mehdî Muhendis, Alîkarê Rêxistina Heşda Şebîyê ya Iraqê, parlemana vî welatî plana derxistina eskerên amerîkî ji vî welatî pejirand.