Adar 21, 2023 17:34 Asia/Tehran
  •  Rapor | Hevdîtin û rawêjkariya ‘Kemal Xerrazî’ bi Bişar Esed re

Serokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derveyî yên Komara Îslamî ya Îranê ku serdana Şamê kiriye, bi Serokkomarê Sûriyê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Seyd ‘Kemal Xerrazî’, Serokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derveyî yên Komara Îslamî ya Îranê di dawîn roja serdana xwe ya Şamê îro bi Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê re hevdîtin pêk anî.

 Di vê hevdîtinê de, alûgorên navneteweyî û navçeyî bi taybet alûgorên nû di peywendiyên derve yên Sûriyê û her wiha pêknaîna peywendiyên di navbera Îran û Erebistanê hatin gotûbêjkirin.

 Di hevdîtina Xerrazî û Bişar Esed de her wiha peywendiyên dualî yên Îran û Sûriyê, di astên stratejîk de hatin hilkolandin.

 Ji ber komploya wealtên rojavayî bo pêkanîna bêtifaqiyê di navbera civakên îslamî de biryar hat dayîn di warê ciwan û rawestana li ber êrişa çandî a wealtên rojavayî de, peywenfiyên di navbera alim û û ramanweran bên berfirekirin.

 Serokkomarê Sûriyê di vê hevdîtinê de, ji hevrêtî û alîkariya Îranê bo gel û hikûmeta Sûriyê, ji wan rawestana li ber terorîzmê û rawestana li ber gefa biyaniyan û her wiha alîkariya bo erdhejlêketiyan sipasî kir.

 

Serepeyv