Armancên serdana desteya ewlehiyê ya payebilind bo Diyaleya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340267-armancên_serdana_desteya_ewlehiyê_ya_payebilind_bo_diyaleya_iraqê
Çavkaniyên iraqî qala dewama kiryarên rayedarên ewlehiyê yên vî welatî ji bo pêkanîna ewlehîê û aramiyê li parêzgeha Diyaleyê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2023 13:51 Asia/Tehran
  • Armancên serdana desteya ewlehiyê ya payebilind bo Diyaleya Iraqê

Çavkaniyên iraqî qala dewama kiryarên rayedarên ewlehiyê yên vî welatî ji bo pêkanîna ewlehîê û aramiyê li parêzgeha Diyaleyê kirin.

Li gorî rapora Ajansa WA’ê, Desteya ewlehiyê ya payebilind a Iraqê roja Duşemiyê berê xwe da parêzgeha Diyaleyê li rojhilatê Iraqê.

“Ebdul-Emîr Şemerî” Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê di serê vê desteya ewlehiyê da derbasî Diyaleyê bû.

Armanca vê serdanê haydariya ji rewşa ewlehiyê ya vê parêzgehê û nirxandina kiryarên rêxistin, yekîne û saziyên ewlehiyê û pêkanîna ewlehî û aramiyê li Diyaleyê ye.

Beriya vêya û li pey qewimîna kêşeya ewlehiyê li parêzgeha Diyaleyê, “Muhemed Şiya Sûdanî” Serokwezîrê Iraqê jî di serê desteyeke ewlehî û leşkerî da çûbû navenda vê parêzgehê.

Di rojên dawî da hin bûyerên xwînavî li pey êrîşa kesên çekdar li parêzgeha Diyaleyê qewimîne.