Hevdîtina serokwezîrê Iraqê bi balyozê Îranê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340100-hevdîtina_serokwezîrê_iraqê_bi_balyozê_Îranê_re
Serokwezîrê Iraqê bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê re hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2023 15:02 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokwezîrê Iraqê bi balyozê Îranê re

Serokwezîrê Iraqê bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê re hevdîtin û gotûbêj kir.

 Li gorî ragihandina Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Muhemed şiya El-Sûdanî di vê hevdîtinê de bal kişand ser piştgiriya Iraqê ji dewama gotûbêjan di asta navçeyê de û got: Em li ser pêwîstiya cihhhatina aramî û ewlehiya navçeyî ser bingeha gotûbêja navbera aliyên têkildar teqez dikin.

 Li gor ragihandina çavkaniyên iraqî di vê hevdîtinê de, her du aliyan derbarê peywendiyên dualî û rêyên berfirehkirina van peywendiyan di çarçoveya berjewendiyên du gelên Îran û Iraqê teqez kirin.

 Balyozê Îranê jî di vê hevdîtinê de destxweşî kir ji hewldanên Bexdayê derheq nêzîkkirina nêrînan di asta navçeyê ku di encamê de Tehran û Riyazê li hev kirin.