Hevdîtina serokwezîrê Iraqê bi balyozê Îranê re
Adar 13, 2023 18:32 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê re hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî ragihandina Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Muhemed şiya El-Sûdanî di vê hevdîtinê de bal kişand ser piştgiriya Iraqê ji dewama gotûbêjan di asta navçeyê de û got: Em li ser pêwîstiya cihhhatina aramî û ewlehiya navçeyî ser bingeha gotûbêja navbera aliyên têkildar teqez dikin.
Li gor ragihandina çavkaniyên iraqî di vê hevdîtinê de, her du aliyan derbarê peywendiyên dualî û rêyên berfirehkirina van peywendiyan di çarçoveya berjewendiyên du gelên Îran û Iraqê teqez kirin.
Balyozê Îranê jî di vê hevdîtinê de destxweşî kir ji hewldanên Bexdayê derheq nêzîkkirina nêrînan di asta navçeyê ku di encamê de Tehran û Riyazê li hev kirin.