Adar 12, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Civîna Komîsyona Hevpar a Aborî navbera Îran û Iraqê dest pê bû

Pêncemîn civîna Komîsyona Hevpar a Aborî roja Yekşemiyê li Bexdayê dest pê bû.

Taxima 60 kesî ya Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya “Îshan Xandûzî” Wezîrê Karên Aborî û Darayî yê Îranê di vê civînê da li 5 komîteyan digel aliyên iraqî civiyan.

“Ebdul-Emîr Rebîhawî” Şêwirmendê Bazirganiyê yê Îranê li Bexdayê got: Ev 5 komîte pêkhatî ji Komîteyên Bazirganî, Tranzît, Bankî-Darayî, Sermayeguzarî û Enerjiyê ne ku di civîna pêncem a Komîsyona Hevpar a Aborî da biryar e rayedarên

îranî  û Iraqî ji bo berfirehkirina peywendiyên bazirganî û sermayeguzariya du welatan di warên cûr bi cûr da hevdîtin pêk bînin û belgenameyên hevkariyê wajo bikin.

Civîna pêncem a Komîsyona Hevpar a Aborî navbera Îran û Iraqê ku ji îro Yekşemî va dest pê bûye, wê heta roja Sêşemiyê were domnandin.

Iraqê li nav welatên ereb ên Rojavayê Asyayê xwedî nêzikatiya çandî û mezhebî ya herî zêde digel Îranê ye.

Hebûna sînorê herî dirêj li nav welatên cînar (derdora 1258 kîlomitr sînorê bejahî û 351 kîlomitr sînorê avî), peywendiyên nijadî, dîrokî, zimanî, babetên dînî yên hevpar û hebûna gef û berjewendiyên ewlehî û aborî yên hevpar ji babetên girîng  di danûstandinên Îran û Iraqê da tên hesibandin.

 

Serepeyv