Hevalbendîya Feth`ê: Hewlêr bivê nevê divê deynê Bexdayê bide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340052-hevalbendîya_feth_ê_hewlêr_bivê_nevê_divê_deynê_bexdayê_bide
Parlimantereke Hevalbendîya Fethê li parlimana Iraqê got: Dadgeha Federal a Iraqê biryara teqil daye, lewma Hewlêr bivê nevê divê deynê Bexdayê bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2023 13:30 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Feth`ê: Hewlêr bivê nevê divê deynê Bexdayê bide

Parlimantereke Hevalbendîya Fethê li parlimana Iraqê got: Dadgeha Federal a Iraqê biryara teqil daye, lewma Hewlêr bivê nevê divê deynê Bexdayê bide.

Parlimantera Hevalbendîya Feth`ê li parlimana Iraqê Suhêyle Siltanî`yê pêgirî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nakokîyên sîyasî ji bo wergirtina beşeke bûceyê ku mafê xwe dizane, bi kar tîne û got: Dadgeha Federal a Iraqê biryara teqil daye, lewma Hewlêrê ti rêyek bilî dayîna deynê xwe bo Bexdayê tineye. 

Suhêyle Siltanî`yê herwiha got: Herêma Kurdistanê bivê nevê divê pabendê qanûna bingehîn a Iraqê û dengê Dadgeha Federal a têkildarî zivirandina wan diravan be ku hikûmetên berê yên Iraqê dane Herêma Kurdistanê, ji ber ku piştî vê biryara Dadgeha Federal, ti diravekê dê nedin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îlla ku Hewlêr deynên bexda jê dixwaze, bidê.

Vê parlimantera Hevalbendîya Feth`ê herwiha got: Hikûneta Herêma Kurdistanê divê li gorî lihevkirina digel Hikûmeta Federal beşeke derhatên xwe yên niftê bide Bexdayê û berbendên ser rêya pejirandina pêşnuma bûceyê ji holê rake.