Adar 10, 2023 17:27 Asia/Tehran
  • Iraq dê 500 miliyon dolar ji pereyên Îranê azad bike

Sekreterê Giştî yê Odeya Hevpar a Bazirganiya Îran û Iraqê got: Amerîkayê destûra dayîna 500 miliyon dolar pereyên Îranê li bankên iraqî daye.

“Hemîd Husêynî” Sekreterê Giştî yê Odeya Hevpar a Bazirganiya Îran û Iraqê di gotûbêja bi Tasnim News’ê ra derbarê pereyên blokebûyî yên Îranê li Iraqê got: Iraq pereyê Îranê yê ceryan û gazê vediguhezîne hesabê bankê yê ser navê Kompaniya Neteweyî ya Gazê û Tevanîrê, lê ev nayê vê wateyê ku Îran dikare van pereyan rake.

Wî got: Pereyên Îranê li nav bankekê bûne ku di bin çavdêriya Amerîkayê da ye û tenê destûr ji bo hin kelûpelan tê dayîn ku nehatine boykotkirin; bi awayekî ku sala derbasbûyî miliyarek dolar kelûpel bi vê rêyê derbasî Îranê hat kirin û deyna Îranê bo Tirkmenistanê jî ji vî pereyî hat dayîn.

Sekreterê Giştî yê Odeya Hevpar a Bazirganiya Îran û Iraqê got: Di serdana vê dawiyê ya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê bo Îranê da, destûra dayîna 500 miliyon dolar ji pereyên Îranê li bankên iraqî hat dayîn.

Li gorî gotina Sekreterê Giştî yê Odeya Hevpar a Bazirganiya Îran û Iraqê, Wezareta Derve ya Iraqê ji Amerîkayê ra ragihandiye ku “Derdora 18 miliyar dolarî deyndara Îranê ye.”

 

Serepeyv