Adar 09, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • Tabûrên Hizbullaha Iraqê bertek nîşanî serdana ‘Lloyd Austin’ bo Iraqê da

Berpirsê Ewlehiyê yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê bertek nîşana serdana Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Iraqê da.

Li gorî rapora Mehr News’ê ya Pêncşemiyê, “Ebû-Elî Eskerî” Berpirsê Ewlehiyê yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê wek berteka li hemberî serdana “Lloyd Austin” Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, bi weşandina twîtekê tekez kir, Iraqê pêbendî liyektêgihîştinên komên siyasî digel hêzên dagirker nîne.

Berpirsê Ewlehiyê yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê her wiha ragihand, Ev serdana bêrêzîkirin li gel û dîroka Iraqê ye.

Ebû-Elî Eskerî her wiha ragihand: Tabûrên Hizbullaha Iraqê dê li benda îzna ti kesî ji bo sekinîna li hemberî hêzên dagirker nemîne.

Eskerî tekez kir, Hin komên siyasî û serokên wan divê di danûstandina digel dijminê amerîkî çi di warê dîplomatk an leşkerî da zêdetir baldar bin û ji bîr nekin ew dawa nûnertiya gelekî dikin ku li dijî hejemoniya biyaniyan e.

 

Serepeyv