Adar 09, 2023 15:10 Asia/Tehran
  • 2 miliyon ziyaretker beşdarî rêûrisma ‘Nîveka meha Şe’banê’ li Kerbelayê bûn

Sergêriya Tirba Pîroz a Îmam Husêyn (S) qala serkeftîbûna bernameya taybet a Nîveka meha Şe’banê (15ê Şe’banê) bi boneya jidayîkbûna Hezretê Mehdî (Ec) kir.

Îro Çarşemî, 15’ê meha Şe’banê ya sala 1444an li gorî rojhejmêra Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (Ec), îmamê şîeyên cîhanê yê duwazdehem e.

Hezretê Mehdî (Ec) di berbanga 15ê Şe’bana sala 255an a Koça Heyvî li bajarê Samerrayê ji dayîk bû.

Bav wî yê hêja Îmam Hesenê Esgerî (S) û dayîka wî, banûya hêja “Nercis Xatûn” e

Li gorî rapora El-Sumiriyeyê, “Hesen Reşîd Ebayîcî” Serokê Sergêriya Tirba Pîroz a Îmam Husêyn (S) roja Çarşemiyê got: Hevkariyên bereyên hikûmetê yên têkildar û neşên ewlehî, xizmetguzarî û tenduristiyê yên Sergêriya Tirba Pîroz a Îmam Husêyn (S) roleke girîng di lidarxistina serkeftî ya rêûrisma Nîveka Şe’banê û pêşwaziya ji bi miliyonan ziyaretkerî û bidawîhatina vê rêûrismê bêyî ti kêşeyekê hebûn.

Li gorî ragihandina Sergêriya Tirba Pîroz a Îmam Husêyn (S), bi hezaran jin û mêrên xwebexş jî li kêleka kedkarên Sergêriya Tirba Pîroz a Îmam Husêyn (S) xizmetguzarî kirin.

Her wiha zêde ji hezar pizîşk û perestar jî beşdarî vê bernameyê bûn û 12 hezar wênegirk jî ji bo dabînkirina ewlehiya vê rêûrismê li cih û şûnên cûr bi cûr hatin sazkirin.

Sergêriya Tirba Pîroz a Îmam Husêyn (S) her wiha ragihand ku zêde ji 2 miliyon ziyaretker ji hundir û derveyî Iraqê beşdarî vê rêûrismê bûn.

 

Serepeyv