Ziyaretkerên Eba-Ebdullah (S) bi peyatî ber bi Kerbelaya Muella va dimeşin
Komeke mezin a ziyaretkerên Îmam Husêyn (S) bi armanca vejiyandina rêûrisma Nîveka meha Şe’banê (15ê Şe’banê) ber bi Kerbelayê va dimeşin.
Roja 15ê meha Şe’banê ya sala 1444an a Koça Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (Ec), îmamê 12an ê Şîeyên Cîhanê ye.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Kanala “Exbar ul-Şîe”yê, Komeke mezina ziyaretkerên Îmam Husêyn (S) bi boneya Nîveka meha Şe’banê û jidayîkbûna Îmam Mehdî (S) ji bakur û başûrê Iraqê ber bi bajarê Kerbelaya Muella va dimeşin.
Di vê raporê da hatiye, Ziyaretker ji parêzgehên başûrê Iraqê di çarçova hin karwanan da bi peyatî bi rê ketione û bi sedan kîlomitr di rêya hub û evîna Mehdewî û Welayî derbas kirine da ku rêzê li salroja jidayîkbûna Îmam Mehdî (Ec) bigirin.