Adar 05, 2023 17:25 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî ji ber çalakiyên aborî yên Rejîma Siyonîst li Besreyê rexne kir

Endamekî parlimana Iraqê rexne li çalakiyên aborî yên Rejîma Siyonîst li Besreyê û bêdengiya rayedarên ewlehî-siyasî yên vî welatî di vî warî da girt.

Serokê Fraksyona “El-Eqd El-Wetenî” ya Iraqê “Ebdul-Emîr El-Meyahî” got: Rejîma Siyonîst li Besreyê xwedî berjwendiyên aborî ye û boriya Eqebeyê yek ji wan berjewendiyan e û biryar e nifta Besreyê bi saya wê bo Îsraîlê bê hinardekirin û rayedarên ewlehî-siyasî yên Iraqê di vî warî da bêdeng mane.

“El-Meyahî” got: Ev plan gelekî xeternak e û biryar e ku bi awayê fermî nift hinardeyî Îsraîlê bê kirin. Me ji Sûdanî ra gotiye ku ev planeke gelekî xeternak e û hûn divê ji bo rawestandina wê pêngav rakin.

Wî her wiha got: “Amerîkî dixwazin berjewendiyên xwe li Besreyê biparêzin.”

El-Meyahî got: “Haya me ji van tevger û hewldanên hin kesên têketî û kirêgirtî ji bo mijûlkirina xwenîşanderan û pêkanîna armancên biyaniyan heye.”

Wî her wiha got: “Rêxistina ewlekariyê zanyariyên zelal di vî warî da hene û Muhemed Şiya Sûdanî serokwezîrê divê bikeve dewrê.

 

Serepeyv