Adar 04, 2023 16:36 Asia/Tehran
  • Wezareta Jîngehê ya Iraqê xwefirran ji bo peydakirina mînan bi kar tîne

Wezareta Jîngehê ya Iraqê dixwaze ji bo operasyona lêgerîn û peydakirina mînan li vî welatî xwefirran bi kar bîne.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, “Zafir Mehmûd” Serokê Beşa Têkoşîna dijî mînan li Wezareta Jîngehê ya Iraqê got ku vê wezareyê xwefirr di operasyoneke şopandinê da ji bo peydakirina mînan bi kar anîne û ev bername anegorî peydakirina mînan bi rêbaza qedîmî, gelekî bibandortir û serkeftîtir bûye.

Wî got: Wezareta Jîngehê ya Iraqê hewl dide bi alîkariya teknolojiya pêşketî mînan di rûbereke bi berfirehiya 100 hezar mitrên çarkunc di rojê da peyda bike.

Zafir Mehmûd bi gotina vêya ku di vê şêwazê da sedî 90 dema ji bo lêgerîna mînan kêm dibe, got: Di qonaxa ceribandinê da ev operasyon li bajarê Mûsil pêk tê.

Teqînan mînan li nav zeviyan û gundên Iraqê carinan dibe sebeb welatiyên sivîl nemaze şivan bibin gorî. Herî zêde zarok dibin goriyê van mînan.

Li gorî berawirdan, hezar û 200 kîlomitrên çarkunc ji navçeyên sînorî yên navbera Iraq û Îranê tê da mîn hatine danîn; her wiha 90 navçe li başûrê Iraqê ji ber hebûna Ûraniyûma lawazbûyî di çekên bikarhatî dijî vî welatî ji aliyê hevpeymaniya navneteweyî ya dijî vî welatî di sala 2003an da, bi Radyo-ektîvê lewitîne.

 

 

Serepeyv