Adar 03, 2023 17:26 Asia/Tehran
  • Tevdîrên ewlehiyê yên taybetî rêûrisma “15ê Şe’banê” li Kerbelaya Muella

Çavkaniyên leşkerî yên iraqî qala tevdîrên pêkhatî yên taybetî rêûrisma Nîveka meha Şe’banê (15ê Şe’banê) li Kerbelaya Muella kirin.

15ê meha Şe’bana 1444an a Koça Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an salroja jidayîkbûna Hezretê Mehdî (S) Îmamê 12an ê şîeyên cîhanê ye.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, Fermandetiya Polîsê parêzgeha Kerbelaya Iraqê roja Îniyê bi daxuyaniyekê ragihand: Yekîneyên ewlehiyê yên artêş, polîs û saziyên ewlehî û istixbaratî ji bo mazûvaniya ziyaretkerên Kerbelaya Muella bi boneya Nîveka meha Şe’banê, operasiyona xwe ya pêşîlêgirtinê li asteke berfireh a hundir û derveyî bajarê Kerbelayê didomînin.

“Ehmed Zewînî” Fermandeyê Polîsê Kerbelayê destûr da hemî yekîneyên çalak ên Wezareta Karên Hundir li nav û derveyî bajêr ku bi mebesta pêwîstiya jordabirina hesta ewlehiyê û reftara guncan digel ziyaretker û niştecihên bajarê Kerbelayê ji dema hatinê heta dema derketina ziyaretkerê herî dawî bi awayê ewleh û tendurist, hemî hewla xwe bi kar bînin.

 

Serepeyv