Adar 02, 2023 15:49 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Guterres bi Serokkomarê Iraqê re

Ebdulletîf Reşîd, Serokkomarê Iraqê, duh Çarşemiyê bû mazûvanê Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY).

Di hevdîtina duh ya Ebdulletîf Reşîd bi Antonio Guterres re, hewldanên bo seqamgirkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê û bernameyên xebata Nivîsgeha Nunertiya NY’yê li Bexdayê û rola wê di warê hevkaiya bi saziyên hikûmî û gelanî yên Iraqê re hatin hilkolandin û Serokkomarê Iraqê hêvî kir bi hevkariya NY’yê, dosyeya bi hezaran awareyan bên hilkollandin û bajarê Şingalê li gor rêketina Şingalê were avedankirin.

 Sekreterê Giştî yê NY’yê jî serdana xwe ya Bexdayê, wekserdana xwe ya herî baş nirxand û got: Rewşa îro pir baştir bûye û gelê Iraqê bi yekitî û hevkariya xwe dikarin pêşiya destêwerdanên biyaniyan bigrin.

 Sekreterê Giştî yê NY’yê di dewama hevdîtinên xwe bi rayedarên Iraqê re tev “Muhemed Şiya El-Sûdanî”, Serokwezîrê vî welatî re hevdîtîn û gotûbêj kir.

 Di vê hevdtinê de her du aliyan peywedniyên dualî hilkolandin. Guterres bo hevdîtina bi rayedarên Herêma Kurdistanê re îro yê berê xwe bide Hewlêrê.

 

Serepeyv