Çar endamên Heşda Eşîran a Iraqê ji ber êrîşa DAIŞ’ê şehîd bûn
Çar endamên Heşda Eşîran a Iraqê di encama êrîşa koma terorîstî ya DAIŞ’ê li parêzgeha El-Enbarê şehîd bûn.
Di rojên dawî da terorîstên DAIŞ’ê careke din valatîya ewlehiyê li hin navçeyên Iraqê bi kar anîne û operasyonên terorîstî pêk anîne.
Li gorî rapora malpera Baghdad Al-Youm’ê, Terorîstên DAIŞ’ê êrîşî ser baregeha Heşda Eşîran a Iraqê li gundê El-Xezûmeyê yê navçeya Hîtê li parêzgeha Enbarê kirin û di encamê da çar endamên vê hêzê şehîd bûn.
Li pey vê êrîşê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê asta hebûna xwe li navçeya Hîtê zêdetir kirine û li dû girtina sebebkarên vê êrîşa terorîstî ne.
Hêjayî gotinê ye, Iraqê di sala 2017an da piştî sê salan şêrr, serkeftina li hemberî koma terorîstî ya DAIŞ’ê ragihand; lê endam û şaneyên perrate yên vê koma terorîstî hîn jî li hin navçeyên parêzgehên Diyale, Kerkûk, Neynewa, Selahedîn, Enbar û Bexdayê çalak in.