Serokê Parlimana Iraqê: Bila Sûrîye bizvire cîhana ereban
Serokê Parlimana Iraqê ji welatên ereb xwest ku biryarên wisa bidin ku Sûrîye bizvire cîgeha xwe ya di nav welatên ereb da.
Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî îro di destpêka Konfiransa Yekitîya Parlimanên Ereb da li şarê Bexdayê got: Em ji welatên ereb dixwazin ku biryarê bidin ku Sûrîye bizvire cîgeha xwe ya di nav wan welatan da.
Helbûsî di beşeke gotinên xwe da jî destdirêjîya Rejîma Sîyonîst hibmerî gelê Filistînê şermezar kir û got: Ji ber pirsgirêkên vê gavê hevkarî pêwîst e û ev civîna pêngaveke girîng di çarçova xurtkirina peywendîyên di navbera welatên ereb da ye.
Yekitîya Ereban di Mijdara 2011ê da piştî destpêbûna şerê navxweyî li Sûrîyê ji hêla terorîstan va ku Rejîma Sîyonîst û welatên rojavayî piştgirî dan wan, biryar dan ku endametîya Sûrîyê di vê yekitîyê da taloq bikin.