Fuad Hisên: “Iraq ber bi asayîkirina peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst va naçe”
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê careka din pêgirî kir ku Iraq dijî her cure asayîkirina peywendîyên digel Rejîma Sîyonîst e.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê “Fuad Hisên” got: “Di civînên digel alîyê amerîkî da ti alîyekî basa mijara asayîkirina peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst nekir û tiştên di vî warî da hatine weşandin gotegot û nerast in, her kes dizane ku helwesta sîyasî û giştî ya Iraqê di vî warî da zelal e û meseleya asayîkirina peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst nehatîye hilêxistin.”
Eva di halekî da ye ku parlimana Iraqê di dawîya bihara buhurî da navê qanûna ”Qedexebûna asayîkirin û danîna peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst” guhert û navê ”Sûczanîna asayîkirina peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst’’ lê kir û pesend kir.
Şayanî gotinê ye ku berî vîya jî li gorî xala 201ê ya qanûna cezayê ya Iraqê, her cure hewla ji bo danîna peywendîyan digel vê rejîma dagirker sûc û cezaya wê jî sêdaredan bû.