Iraq û Erebistanê piştî 40 salan lihevtêgihîştinnameyeke hevkariya ewlehiyê wajo kirin
Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ragihand ku vî welatî û Erebistanê piştî 40 salan lihevtêgihîştinnameyeke ewlehiyê wajo kirin.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Kanala Sumiriye News’ê, “Ebdul-emîr El-Şemerî” Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ragihand ku wî û “Ebdul-ezîz Bin Seûd” hevpêşeyê xwe yê erebistanî lihevtêgihîştinnameyeke ewlehiyê wajo kirine.
Li gorî vê raporê, ev hevhatin yekem lihevtêgihîştinnameya ji vê cûreyê di navbera du welatan da ji sala 1983an va ye.
Li gorî ragihandina Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê, ev lihevtêgihîştinname pêkhatî ji hemî cûreyên hevkariya ewlehiyê, danûstandina nêrînan û çalakkirina xebata ewlehiyê ya hevpar bi awayekî ye ku ewlehiyeke zêdetir ji bo Iraq û Erebistanê misoger dike.
Ji bilî Şemerî û Bin Seûd, çend rayedarên du welatan jî di dema wajoki8rina vê lihevtêgihîştinnameya hevkariya ewlehiyê navbera du welatan da beşdar bûne.