Sibat 19, 2023 18:46 Asia/Tehran
  • Operasyona Heşdi Şeibiyê dijî terorîstên DAIŞ’ê dest pê bû

Saziya Heşdi Şeibî ya Iraqê behsa destpêbûna operasyona ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê û gundên derdora wê bi armanca ramalîna paşmayiyên Koma Terorîst a DAIŞ’ê kir.

Heşdi Şeibî’yê di daxuyaniyekê da ragihand, yekîneyek ji Çipa 63an a ser bi Fermandetiya mêhwera bakûr a hêzên Heşdi Şeibiyê, operasyona ewlehiyê bi armanca lêgerîna li gundên derdora Amirliyê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê dest pê kirin û operasyona lêgerîna berfireh li gundê El Seyîlebê ser bi Amirliyê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê cih hat.

Heşdi Şeibiyê pêgîrî kir, armanca vê operasyonê şopandina paşmayiyên Koma Terorîst a DAIŞ’ê û xurtkirina ewlehiya li Amirliyê û gundên derdora wî ye.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hertim ji bo dilniyabûna ji serîranekirina dubare ya DAIŞ’ê û endamên wê yên reviyayî, lêgerîn, ramalîn û şopandina paşmaiyên vê koma terorîst li gişt welêt didomînin.

 

Serepeyv