Li Iraqê êrişî karewanekî Artêşa Amerîkayê hat kirin
Karewanekî hilgira alavên locêstîk a Artêşa Amerîkayê li bakûrê Iraqê kete ber êrişê.
Karewanekî hilgira alavên locêstîk a Artêşa Amerîkayê li parêzgeha Selahedînê li bakûrê Iraqê kete ber êrişê.
Mêdyayên iraqî heta niha ti hûrgîliyek li ser kuştiyên muhtemel ên vê êrişê û xisarên ku li wî karwanî ketine, belav nekirine.
Komên iraqî pêgîrî dikin ku hikûmeta Iraqê bi cihanîna biryara Parlimana vî welatî, divê hêzên biyanî ji Iraqê derxîne.
Piştî biryara Parlimana Iraqê ya li ser pêwîstiya derketina hemî leşkerên biyanî ji axa vî welatî û sersariya Bexdayê di vî warî da, karewanên locêstîk ên hevalbendiya amerîkî dibin hedefa teqîna bombeyên li rex cadeyan.
Karewanên Amerîkayê bi derbasbûna ji sînorê Kuweytê derbasî Iraqê dibin û alavên hewce yên leşkerên amerîkî yên li Iraqê vediguhêzin.