Sibat 13, 2023 09:55 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê li ser dewama hevahengiyana Bexda û Hewlêrê tekez kir

Serokkomarê Iraqê li Bexdayê digel Desteya Herêma Kurdistana vî welatî bi serokatiya Rêber Ehmed Wezîrê Karûn Navxweyî yê Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya serokkomartiya Iraqê da hatiye: Di vê hevdîtinê da alûgorên siyasî, ewlehî, aborî û meseleya awareyên iraqî hatiye beshkirin û vekolandin û li ser pêwîstiya hevahengkirina hewildanên navbera hêzên siyasî yên Iraqê bi armancarûbirûbûn û çareserkirina pirsgirêkên li pêşberî welêt tekezî hat kirin.

Serokkomarê Iraqê di vê hevdîtinê da li ser girîngiya dewama şêwirîn û hevahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina lihevtêgihîştinên rastîn bi armanca peydakirina rêkarên bingehîn ji bomeseleyên mayî li gorî Qanûna Bingehîn û berjwendiyên neteweyî yên Iraqê tekez kir û got: “Iraqî li benda guherînên girîng ji wan pejirandina Pêşniyarqanûna Bûceyê û Qanûna Nift û Gazê li welêt in; ji ber ku ev mesele rasterast têkildarîjiyana hemwelatiyên iraqî ne.”

 

Serepeyv