Sibat 10, 2023 18:19 Asia/Tehran
  •  Rawêjkariyên Sûdanî li Îmaratê didomin

Serokwezîrê Iraqê ku serdana Îmaratê kiriye, bi rayedarên vî welatî re hevdîtin û gotûbêj kir.

“Muhemed Şiya Sûdanî”, Serokwezîrê Iraqê ku bi fermî serdana Îmaratê kiriye, bi “Mensûr Bin Zayîd Alê Nehyan”, Alîkarê Serokwezîrê vî welatî re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de, Piştgiriya ji hevkariya hevpar di navbera her du welatan de bi taybet di warê aborî de bona xurtkirina peywendiyên dualî hat hilkolandin.

Pêştir Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi “Muhemed Bin Raşid”, Serokwezrê Îmaratê re li Dubeyê ser girîngiya berfirehkirina hevkariyên aborî û hewahengiya bona rawestana li ber pirsgirêkên aborî teqez kir.

 Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî duh çû Îmaratê.

 

Serepeyv