Sibat 09, 2023 20:28 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê li Ebû-Zebîyê bi Serokê Imaratê ra hevdîtin pêk anî

Muhemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Çarşemiyê di çarçova serdaneke fermî da gihîşte Ebû-Zebîyê û digel “Muhemed Bin Zayîd Alê Nehyan” Serokê Imaratê hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA’yê, Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku d vê hevdîtinê da peywendiyên dualî û girîngiya berfirehkirina hevkariyên bibandor li war û astên cûr bi cûr da her wiha hejamreke meseleyên hevpar ên navçeyî û navneteweyî hatin vekolandin.

Sûdanî di vê hevdîtinê da amadetiya hikûmeta Iraqê ji bo hevkariya di warên cûr bi cûr da ragihand.

“Muhemed Bin Zayîd Alê Nehyan” jî tevî pêşwaziya ji serdana serokwezîrê Iraqê, got: “Imarat hêvîdar e ku peywendiyeke ciyawaz digel hikûmeta nû ya Iraqê bi mebesta hevkariya aborî ya kêrhatîtir ava bike.”

 

Serepeyv