Sibat 09, 2023 19:44 Asia/Tehran
  •  Dewra nû ya gotûbêjên Tehran û Rîyazê yê bi zûtirkê li Bexdayê dest pê bibe

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku dewra nû ya gotûbêjên Tehran û Rîyazê yê bi zûtirkê li Bexdayê dest pê bibe.

Serokwezîrê Iraqê “Mihemed Şîya Sûdanî” îro di bersiva pirseke têkildarî dewra nû ya rawêjkarîyên Komara Islamî ya Îranê û Erebistanê da got: “Dewra nû ya gotûbêjên hanê yê bi zûtirkê dest pê bibe û Iraq ji destpêka karê kabîneya nika va li gorî daxwaza Tehran û Rîyazê bi dû domandina wan têkilîyan e.”

Sûdanî herwiha got: “Iraq wan peywendîyana pêwîst dibîne ji ber ku çi qasî nêrînên cida li herêmê nêzîktirî hev bibin, dê istiqrareke zêde û xurt pêk were û em hêvîdar in ku bi dû civînên emnî, her du welat di asta dîplomatîk da bicivin.”

Sûdanî herwiha got: “Ez ê xwe di wan civînan da pişikdar bibim û mijarê bişopînim.”

 

Serepeyv