Dadgeha Bilind a Iraqê: Dirêjkirian dewra parlimana Herêma Kurdistanê neyasayî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339354-dadgeha_bilind_a_iraqê_dirêjkirian_dewra_parlimana_herêma_kurdistanê_neyasayî_ye
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di hikmekê da ragihand ku dirêjkirian dewra parlimana Herêma Kurdistanê neyasayî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2023 13:33 Asia/Tehran
  • Dadgeha Bilind a Iraqê: Dirêjkirian dewra parlimana Herêma Kurdistanê neyasayî ye

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di hikmekê da ragihand ku dirêjkirian dewra parlimana Herêma Kurdistanê neyasayî ye.

Civîna îro ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bi serokatîya Casim Muhemed Ebûd hat lidarxistin.

Piştî nakokîyên giran di navbera PDK û YNK da, parlimanterên PDK di Cotmeha sala 2022yê da ragihandin ku ji bo girtina pêşîya xitimîna sîyasî û zemînesazîya ji bo domandina karê sazî û dezgehên yasayî biryar dan ku dewra parlimana Herêma Kurdistanê were dirêjkirin.

Biryar bû hilbijartina parlimana Herêma Kurdistanê di 1`ê Cotmehê da were lidarxistin, lê ji ber neyartîya PDK hibmerî daxwaza partîyên din a ji bo sererastkirina qanûna hilbijartinan, dengdan hat paşdaxistin.