Sibat 05, 2023 17:46 Asia/Tehran
  • Li Zîqara Iraqê xwaringeheke bi kevnatiya çend hezar salî hat keşfkirin

Rêveberiya Giştî ya Şûnwarên Kevnar û Mîratê ya Iraqê ragihand ku şopên xwaringeheke çend hezar salî li qada kevnar a “Lekeş”ê li Parêzgeha “Zîqar”ê ya başûrê vî welatî hatine keşfkirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Sky News'ê, “Hekîm Şemerî” Rêveberê Medyayî yê Rêveberiya Giştî ya Şûnwarên Kevnar û Mîratê ya Iraqê got: “Desteyeke karzanan di dema lêkolînên xwe li qada 'Lekeş'ê li Parêzgeha Zîqarê karî xaringeheke kevnar ku tê da xwarin û vexwarin dihatiye raberkirin, keşf bike.”

Şemerî got: “Ji bilî vêya, vê desteya kevnarenasiyê karî hin feraqên axînî, 6 tendûr an jî eytûnên patinê, hejmareke zêde ya bûkik û peykerên axînî, ocaxên patinê, feraqên hilgirtina xwarin û vexwarinê, cerên mezin ji bo ku avê hênik ragirin, alavên aş û hêrrandinê weke hestiyan, her wiha rêbihurk û rêkên hatûçûnê û derbasgehên biçûk navbera beşên cûr bi cûr li vê xwaringehê keşf bikin.”

Wî got: “Ev keşfkirin nîşaneyeke din ji dewlemendiya şûnwarên kevnare li Iraqê ye û nîşan dide ku Beynul'nehreyn (cografyaya navbera du çemên Dijle û Firatê) hertim landika şaristaniyên Sûmerî, Babilî, Aşûrî û Akadî heta serdema Îslamî bûye.”

 

Serepeyv