Sibat 04, 2023 19:34 Asia/Tehran
  • Seîd Betoş: “Bila Bexda dosyeya awareyên êzidî li Herêma Kurdistanê bi dawî bîne”

Serokê “Partîya Teqqedum” a êzidîyên Iraqê ji hikûmeta federal a vî welatî ya bi serokatîya “Mihemed Şîya Sûdanî” xwest ku dawî li dosyeya awareyên êzidî ya li Herêma Kurdistanê bîne.

Serokê Partîya Teqqedum a êzidîyên Iraqê “Seîd Betoş” di hevpeyvînekê da got: “Eva babeteke nemaqûl e ku 6 sal e hemî deverên Iraqê ji lepên DAIŞ’ê hatine azadkirin, lê hela jî bi hezaran malbatên êzidî li deverên curbicur ên Iraqê ji wan li Herêma Kurdistanê di kampan da dijîn.”

Betoş herwiha got: “Dubarebûna agirberbûnan di kampên awareyan da ray dide ku berpirsên birêvebirina wan kampana xemsar in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi armanca sûdwergirtina narewa ji dengên wan awareyana di hilbijartinê da, rê ber vegera wan bo ser mal û mlikê xwe digire.”

Berî êrişa DAIŞ’ê di havîna sala 2014an da, nêzî 550 hezar êzidî li Iraqê dijîyan ku dema êrişê nêzî 360 hezar kesî karîn ku xwe rizgar bikin û birevin welatên din lê gellek jin û keçên êzidî ketin destê DAIŞ’ê û ew veguhestin deverên di bin kontrola DAIŞ’ê li Iraq û Sûrîyê.

 

Serepeyv