Çile 31, 2023 18:46 Asia/Tehran
  •  Rapor | Bazara mezin a “Şûrce” ya Iraqê tûşî qeyranê bûye

Bazara mezin a “Şûrce” ya Iraqê ji ber jordaçûn û daketna bihaya Dolarê Amerîkayê tûşî qeyranê bûye.

Bazara mezin a “Şûrce” ya Iraqê ku hertim qerebalix dibe, heyamek e ku ji ber jordaçûn û daketna bihaya Dolarê Amerîkayê, ji geşatîyê ketîye. Esnaf vê jordaçûn û daketina bihaya Dolar emraza zextê ya sîyaseta nû ya Amerîkayê himberî bazara Iraqê dizanin ku umdefiroşên (cihên firotina komî û di hejmara zêde da) vî welatî xistine rewşeke dijwar da.

Bihaya 100 dolarî di 3 hefteyên buhurî da ji 147 hezar dînaran rabûye 166 hezar dînaran. Pispor û çavdêrên aborê dibêjin ku sîyaseta durû ya Banka Federal a Amerîkayê hegera sereke ya guherîna nişkê va ya bihaya Dolar e ku bûye sedema daketina asta şîyana gel a kirrîna kel û pelan.

Para zêde ya zextên nû yên Amerîkayê yên bi heceta çavdêrîya ser sîstema bankî ya Iraqê pêsîra hikûmeta Iraqê girtine û daxistina asata zamê wek ewlewîyeta sereke ya vê hikûmetê pêrgî pirsgirêkê kirîye.

Çavdêr ser vê bawerê ne ku heta dema sîyasetên Iraqê yên têkildarî dirêv girêdayîyê Dolarê Amerîkayê bin, pirsgirêkên aborî yên vî welatî jî dê bidomin.

 

Serepeyv