Çile 31, 2023 17:11 Asia/Tehran
  •  Ji meha bê da dê geştên asimanî ji Balefirgeha Kerkûkê bo Îranê dest pê bibin

Rêveberiya Balefirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê ragihand ku ji meha bê da dê hin geştên asimanî ji vê balefirgehê bo Îranê pêk bên.

Li gorî rapora IRNA'yê, “Herdî Semed” Rêveberê Medyayî yê Balefirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê got: “Hin geştên asimanî ji vê balefirgehê bo Îranê û bajarê Medîneya pîroz a Erebistanê dê ji meha bê va pêk bên.”

Semed tekez kir: “Firrînên bo Medîneyê ji 1ê Sibatê û bi 4 firrînan di rojê da û firrînên bo Îranê di 15ê Sibatê da bi firrînekê di rojê da dê pêk bîn.”

Wî got: Rêveberiya vê balefirgehê li dû zêdekirina geştên asimanî bo hejamreke paytextên welatan e ku dê di Adara 2023an da were ragihandin.

 

 

Serepeyv