Çile 31, 2023 14:59 Asia/Tehran
  • Hekîm: “Divê pirsgirêkên sîyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê da bên çareserkirin”

Serokê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê got: “Divê pirsgirêkên sîyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê da bên çareserkirin”

Serokê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê di hevdîtina digel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana vî welatî da pêgirî ser pêwîstîya zemînesazîya guncav ji bo çareserkirina pirsgirêkên sîyasî di navbera Bexda û Hewlêrê da kir. Serokê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê Seyîd “Emmar Hekîm” di hevdîtina digel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana vî welatî “Qubad Talebanî” da dawîn alûgurên sîyasî yên welêt û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê hilkolandin.

Hekîm di vê hevdîtinê da alîyên sîyasî bang kirin ku atmosfera sîyasî li Herêma Kurdistana Iraqê hêwir bikin û got: “Pêwîst e ku zemînesazîyeke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên sîyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê da bi merema cihannîa planên hikûmetê û xêra giştî were danîn.”

Hekîm di vê hevdîtinê da her wiha pêgirî ser çareserkirina mesele û nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê da li gorî Qanûna Bingehîn a Iraqê kir.

 

Serepeyv