Çile 30, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Ebadî: “Babetên hilêxistî di pirtûka Pompêo da buxtan û derew in”

Hevpeymaniya Nesr’ê ya Iraqê bertek nîşanî babetên hilêxistî li pirtûka Wezîrê berê yê Karên Derve yê Amerîkayê têkildarî şehîd “Qasim Sulêymanî” da û ew wek buxtan û derew zanîn.

Mayk Pompêo Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê di pirtûka xwe da îdia kiriye ku di serdana xwe ya bo Iraqê da bi Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê yê wê demê ra hevdîtin pêk aniye û ji wî xwestiye ku kirrîna enêrjiyê ji Îranê rawestîne, lê Ebadî  wî çaxî ji Pompêo ra gotiye ku ew ji berteka şehîd Qasim Sulêymanî ditirse.

Hevpeymaniya Nesr’ê ya Iraqê bi rêberiya “Heyder Ebadî” îro bi dayîna daxuyaniyeke fermî, babetên ku li pirtûka “Mayk Pompêo” Wezîrê berê yê Karên Derve yê Amerîkayê li ser gotinên Ebadî derbarê Şehîd Qasim Sulêymanî Fermandeyê berê  yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hatine hilêxistin bi tundî derew zanîn û ragihand ku naveroka vê pirtûkê tenê pevçûna navbera partiyan li Amerîkayê nîşan dide û wek buxtan û bêrêziya li Ebadî tê hesab.

Hevpeymaniya Nesr’ê ragihand, Tiştê ku Pompêo hilêxistiye bi di sala 2017an da bi ti awayî di rojevê da nebû û ti boykotek di warê darayîyê da ji bo kirrîna ceryanê ji Îranê tunebû.

 

 

Serepeyv