Çile 30, 2023 15:51 Asia/Tehran
  • Pêngava hikûmeta “Muhemed Şiya Sûdanî” ji bo reforma Qanûna Bingehîn a Iraqê

Ofîsa serokwezîrê Iraqê qala pêngava hikûmeta vî welatî bi armanca reforma hin beşên Qanûna Bingehîn ji bo pêşîgirtin li dubarebûna astengiya siyasî li vî welatî kir.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê ragihand, “Muhemed Şiya Sûdanî” biryar daye ku “Hesen Ne'me El-Yasirî” wek şêwirmendê xwe d karûbarên Qanûna Bingehîn da tayîn bike da ku nexşerêyekê ji bo pêkanîna reformên têkildar di Qanûna Bingehîn da  amade bike.

Di daxuyaniya Ofîsa serokwezîrê Iraqê da hatiye, Ev pêngav têkildarî soza hikûmeta vî welatî ji bo cihanîna hin bernameyên xwe û cihanîna lihevhatina digel fraksyonên siyasî derbarê pêkanîna reforman di Qanûna Bingehîn da û pêşîgirtin li  asêbûnên siyasî yên berdewam e ku di salên dawî da li vî welatî qewimîne.

Li pey gurrbûna nerazîtiyên gelê Iraqê di sala 2019an da ku yek ji xwestekên wan ên sereke pêkanîna reforman di Qanûna Bingehîn da bû, parlimana vî welatî di 28ê Cotmeha heman salî da damezirandina komîteyekê ji bo reforman Qanûna  Bingehîn pejirand; lê tevî derbasbûna du salan vê komîteyê ji ber nakokiya di navbera endaman da nekariye ti pêngavekê ji bo reforman Qanûna Bingehîn rake.

 

 

Serepeyv