Serokê Banka Navendî ya Iraqê ji kar hat wêdadayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338998-serokê_banka_navendî_ya_iraqê_ji_kar_hat_wêdadayîn
Serokwezîrê Iraqê roja Duşemiyê Serokê Banka Navendî ya vî welatî wêda da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2023 09:06 Asia/Tehran
  •  Serokê Banka Navendî ya Iraqê ji kar hat wêdadayîn

Serokwezîrê Iraqê roja Duşemiyê Serokê Banka Navendî ya vî welatî wêda da.

Li gorî rapora Shafagh News'ê, Muhemed Şiya Sûdanî roja Duşemiyê Mustefa Xalib Mexîf Serokê Banka Navendî ya Iraqê wêda da û Elî Muhsin El-Elaq wek sergêrê Banka Navendî ya Iraqê tayîn kir.

Sûdanî her wiha Rêveberê Banka Ticaretê ya Iraqê teqawid kir û Bilal Hemdanî tevî parastina posta xwe, wek memûrê rêvebirina vê bankê tayîn kir.

Vê dawiyê bihayê dolarê li Iraqê zêde bûye û Banka Navendî ya Iraqê ev zêdebûn "gelekî hindik" zaniye û ofîsa serokwezîrtiyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku zêdebûna bihayê dolarê "Tiştekî demkî" ye û "Rewşa darayî ya Iraqê di rewşa herî baş a mumkin da ye."