Seyîd Emmar Hekîm: Em divê himberî pirsgirêkan yekgirtî bin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338963-seyîd_emmar_hekîm_em_divê_himberî_pirsgirêkan_yekgirtî_bin
Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd Emmar Hekîm di merasima Roja Şehîdan da rêz li şehîd Hekîm girt û got: Em divê himberî pirsgirêkan yekgirtî bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2023 13:21 Asia/Tehran
  • Seyîd Emmar Hekîm: Em divê himberî pirsgirêkan yekgirtî bin

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd Emmar Hekîm di merasima Roja Şehîdan da rêz li şehîd Hekîm girt û got: Em divê himberî pirsgirêkan yekgirtî bin.

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd Emmar Hekîm di merasima Roja Şehîdan da ku bi amadebûna berpirs û rayedarên iraqî li Bexdayê da hat lidarxistin, got: Nika piştî 20 sal xebata sîyasî ya bi dû hev di 5 dewrên parlimanê da, hema eva têrê dike ku em ezmûnên pêwîst bi dest bixin û xalên lawazî û xurtbûnê nas bikin û wan ezmûnan bi kar bînin.

Hekîm pêgirî ser pêwîstîya bicihanîna çaksazîyan kir û got: Ti hikûmetek nikare bêyî piştgirîya sîyasî ya kêrhatî û parlimanî kar bike û ti dezgeheke qanûndaner jî bêyî hevkarîya kêrhatî ya parlimanê nikare pirsgirêkan çareser bike.