Çile 16, 2023 18:44 Asia/Tehran
  •  Amerîkayê rê li ber operasyona Heşdi Şeibiyê dijî DAIŞê girt

Rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand, Artêşa Amerîkayê rê li ber operasyona hêzên Heşdi Şeibiyê li parêzgeha Enbarê li dijî DAIŞê girtiye.

Li gorî rapora El-Melûmeyê, Vî rayedarê ewlehyê got: Hêzên amerîkî yên bicihbûyî li baregeha Eyn El-Esedê bi gefxwarina li hêzên Heşdi Şeibiyê rê li ber operasyona wan li dijî terorîstên DAIŞê girtine û gef li wan xwarine ku di rewşa pêkhatina vê operasyonê da ew ê hêzên Heşdi Şeibiyê bikin armanc; loma ev operasyon bo demeke din hat paşdaxistin.

Vî rayedarê ewlehiyê bi gotina vêya ku ji bo cihanîna vê operasyonê li navçeya 'Wadî Hûran'ê li rojavayê parêzgeha Enbarê li ser sînorê Sûriyê, zanyariyên deqîq ji tevgerên fermande û endamên DAIŞê hatibûn berhevkirin, got: Artêşa Amerîkayê bi başî haya xwe ji zêdebûna hejmara terorîstên DAIŞ'ê li navçeya Wadî Hûranê hene, lê ti karekî nake û hevdem rê li ber operasyona hêzên iraqî digire.

Ev di rewşekê da ye ku Erkantiya Operasyona Hevpar a Iraqê berpirsyariya ramalîna vê navçeyê ji terorîstên DAIŞê radestî hêzên Heşdi Şeibiyê kiriye û serokwezîrê Iraqê jî gotiye ku çavkaniya gefa dijî Iraqê ew terorîst in ku ji sînorê Sûriyê derbasî Iraqê bibin.

Serepeyv