Iraqê 1425 malbatên din ên daiş`î ji Kempa Holê vegerand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338829-iraqê_1425_malbatên_din_ên_daiş_î_ji_kempa_holê_vegerand
Iraqê 145 malbatên din ên daiş`î ji berpirsên Kempa Holê li derdora parêzgeha Heseke ya Sûrîyê wergirt û zivirand welêt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2023 07:45 Asia/Tehran
  • Iraqê 1425 malbatên din ên daiş`î ji Kempa Holê vegerand

Iraqê 145 malbatên din ên daiş`î ji berpirsên Kempa Holê li derdora parêzgeha Heseke ya Sûrîyê wergirt û zivirand welêt.

Rayedarên iraqî ragihandin ku ew 145 malbat ji 583 kesêî pêk dihatin ku bi salan bû li Kempa Holê ya di bin kontrola HSd da diman.

Ew malbatanên daiş`î duh bi 25 otobusan ku komeke emnî ya iraqî jî digel wan da bû, derbasî Iraqê hatin kirin û li kempeke başûra şarê Mûsilê hatin bicihkirin.

Heta vê gavê 698 malbatên daiş`î yên iraqî ku 3 hezar û 80 kesan digirin ber xwe, di 5 qonaxan da bo welêt hatine zivirandin.