Çile 14, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Hewcetiya Iraqê bi hêzên biyanî tune

Serokwezîrê Iraqê got ku servîsên ewlehiyê yên vî welatî dikarin hêza pêşîlêgirtinê li hemberî her cûreyeke terorîsmê pêk bînin û loma Iraqê ti hewcetiyek bi hêzên leşkerî yên derveyî tune.

Li gorî rapora WAI'ê wek ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, Muhemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê ku serdana Almanyayê kiriye, di press konferansa digel Olaf Şûltz serokwezîrê vî welatî da her wiha got: Iraqê hewcedara hêzên leşkerî yên derveyî nîne û ti tîmeke misteşariyê ji bo hînkirinê tuneye.

Serokwezîrê Iraqê got: Iraq welatekî girîng di warê berhemanîna niftê da ye û Bexda daxwaza çalakbûna kompaniyên almanî bo Iraqê di warên cûr bi cûr da dike.

Sûdanî bal kişande ser şêwirînên derbarê dosyeya vegerandina heyîtiyên derxistî ji Iraqê, got: Bernameya hikûmeta me ev e ku di serî da xizmetên gelemperî baştir bike.

Serokwezîrê Iraqê her wiha rola Bexdayê li navçeyê bi gotina vya ku Iraqê hin dahênerî ji bo avakirina peywendiyên navbera Îranê û welatên erebî girtine ber xwe, got: Kêmkirina kêşeyan û lihevnêzikkirina nêrînan li ser xêra Iraqê ye, ji ber ku ev yek dê bandora erênî li ewlehiya vî welatî û navçeyê bike.

 

Serepeyv