Çile 13, 2023 17:52 Asia/Tehran
  • Sûdanî ji şirketên almanî xwest li Iraqê sermayeguzarî bikin

Serokwezîrê Iraqê ji şirketên almanî xwest ku di projeyên curbicur nemaze yên enerjîya vegerbar, gaz û petrokîmyayê yên Iraqê da sermayeguzarî bikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî ku seredana Berlînê kirîye, ji şirketên almanî xwest ku di jinûve-avedankirin û pêşxisitna binesazîyên Iraqê da beşdar bibin.

Serokwezîrê Iraqê dîyar kir ku ew lê digerin berbendên ser rêya çalakbûna şirketên bîyanî li Iraqê bên rakirin û hêsankarîyên pêwîst raberî wan bên kirin.

Sûdanî dîyar kir: “Hikûmetê hewil daye dayîna vîzeyê bo sermayeguzaran li derbasgehên bejayî, asimanî û deryayî hêsan bike.”

Sûdanî got ku ew bi dû birêxistina geştên esmanî di navbera Bexda û Berlînê û şarên din ên Iraq û Almanê da bi merema xurtkirina peywendîyên ticarî, sermayeguzarî û geştyarîyê da ne û dîyar kir: “Pêşxistin û berfirekirina geştyarîyê nemaze seredana geştyaran a deverên dîrokî û kevnare yên Iraqê girîng e.”

 

Serepeyv