Çile 12, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • “Muzakireyên Hewlêr- Bexdayê nîşana şêwazeke maqûl ji bo pirsgirêkên mayî ye”

Endamekî Hevalbendîya Feth a Iraqê got: “Amadebûna desteya Herêma Kurdistanê li Bexdayê, nîşan dide ku şêwazeke maqûl ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî di navbera Hewlêr- Bexdayê da heye.”

Endamê Hevalbendîya Feth a Iraqê Elî Fetlawî amajeyî girîngtirîn mêhwerên gotûbêjên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li şarê Bexdayê kir û got: “Şêwazeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Hewlêr- Bexdayê da heye.”

Fetlawî dîyar kir ku hevdîtina Mesrûr Barzanî digel Mihemed Şîya Sûdanî di çarçova zincîre-hewlên ji bo bidestxistina rêçareyekê ji bo pirsgirêk û berbendên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî da berî pesendkirina pêşnumaya bûceya sala 2023an pêk tê û got: “Amadebûna desteya Herêma Kurdistanê li Bexdayê, nîşaneyeka aşkira derheq vê yekê ye ku vîna rayedarên Hewlêr- Bexdayê ser çareserkirina pirsgirêkên mayî di navbera her du alîyan da ye.”

Fetlawî herwiha got ku “Barzanî û Sûdanî di vê hevdîtinê da basa çend babetan kirin lê radestkirina derhatên nift û gazê û yên derîyên sînorî bo hikûmeta navendî û kivşkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya gitşî ya hikûmeta navendî ya sala 2023an yên herî girîng bûn.”

 

 

Serepeyv