Iraqê daxwazeke nû ji Erebistanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338755-iraqê_daxwazeke_nû_ji_erebistanê_kir
Rêxistina Hec û Umreyê yê Iraqê ragihand, serokê vê rêxistinê ji rayedarên Siûdî xwestiye ku pişk û pareke zêdetir ji bo heciyên iraqî terxan bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2023 15:51 Asia/Tehran
  •  Iraqê daxwazeke nû ji Erebistanê kir

Rêxistina Hec û Umreyê yê Iraqê ragihand, serokê vê rêxistinê ji rayedarên Siûdî xwestiye ku pişk û pareke zêdetir ji bo heciyên iraqî terxan bike.

Li gorî nûçeya Ajansa WA'ê, Rêxistina Hec û Umreyê yê Iraqê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê vê rêxistinê ji rayedarên Siûdî xwestiye ku di terxankirina pişk û para heciyên vî welatî serjimariya nû ji gelheya Iraqê berçav bigirin.

Li gorî vê raporê, Şêx "Samî Mesûdî" Rêxistina Hec û Umreyê yê Iraqê di hevdîtina xwe ya roja Çarşemiyê tev Muhemed El-Rebî'e Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî da jê xwestiye ku bala xwe bide ser xwesteka hejmareke zehftir a iraqiyan ku hez dikin biçin Hecê û serjmariya nû ya gelheya vî welatî ku gihîştiye 54 miliyon û 500 hezar kesî di terxankirina pişk û para Hecê da berçav bigire.