Çile 09, 2023 14:10 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê berê yê Iraqê reviya Imaratê

Nûnerê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê ragihand; Mustefa Kazimî serokwezîrê berê yê Iraqê ji tirsa ku bê mehkemekirin, reviya Imaratê.

Li gorî rapora roja Duşemiyê Mehr News'ê, Malpera Ronahiyê ji zarê Elî Turkî Cemalî ji cîgirên Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê got: Mustefa Kazimî serokwezîrê berê yê Iraqê sê hefte beriya niha ji Iraqê reviya da ku ji ber giliyên vekirî li dijî wî, nekeve ber şopandina dadweriyê.

Cemalî bal kişande ser vêya ku revîna Kazimî nîşana tirsa wî ji hebûna hin dosyeyan li Saziya Dadweriyê ya Iraqê ye, got: "Dibe ku di dosyeyên vebûyî ji wan dosyeya terorkirina Serdarên Berxwedanê li balefirgeha Bexdayê, biryara girtina wî were dayîn."

Li gorî gotina Cemalî, tevî destwerdanên Amerîkayê ji bo astengîderxistina li ser rêya dosyeya terorkirina Şehîd Sulêymanî, hewcetiyeke lezgîn heye ku meclîsa Iraqê ji bo şopandina dosyeya terorkirina Fermandeyên Berxwedanê pêngava pratîkî rake.

 

Serepeyv