Yekitiya Neteweyî mijara hevdîtina El-Malikî û Serokkomarê Iraqê
Serokkomarê Iraqê û Serokê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ser pêwîstiya xurtkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê û xurtkirina Yekitiya Neteweyî teqez kirin.
Ebdulletîf Cemal Reşîd, Serokkomarê Iraqê û Nûrî Malikî Serokê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê, roja Yekşemiyê di hevdîtina li Bexdayê de ser giringiya piştgiriya ji hewldanên dewleta vî welatî bo cihanîna bernameyên xwe teqez kirin û Ebdulletîf Reşîd û Nûrî Malikî di vê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û alûgorên siyasî, ewlehî û aborî yên wê hilkolandin.
Di hevdîtina Reşîd û Malikî de her wiha teqezî ser pêwîstiya xurtkirina ewlehî û aramiya li Iraqê û xurtkrina yekitiya neteweyî bo çareserkirina pirsgirêkan û çareserkirina meselên mayî di çarçoveya berjewendiyên vî welatî û welatiyên wê hatkirin.
Di vê hevdîtinê de, du rayedarên pilebilind ên iraqî, piştgiriya ji hewildanên dewleta Muhemed Şiya Sûdanî bo cihanîna bernameyên wezaretê bi taybet mijarên têkildarî debar û miaş û xizmetguzarî û berfirehkirina binesaziyan de, giring hatin zanîn û serokkomarê Iraqê ser lezgînkirina pêvajoya karê kemilandina projeyên pêwîst û raberkirina xizmetguzariyan bo welatiyan teqez kir.