Zanîngehên Tewrêzê û Firat ul-Ewsetê liyêkgihîştinameyeke hevkarîyê wajo kirin
Serokên Zanîngehên Tewrêz û Firat ul-Ewset a Iraqê liyêkegiheştinameyeke hevkarîya di warê perwerde û lêkolîna hevpar di çarçova berfirekirina hevkarîyên zanistî yên navneteweyî da wajo kirin.
Sefer Nesrullahzade Serokê Zanîngeha Tewrêzê li bakur-rojavayê Îranê dîyar kir ku meriv dikare bi berfirekirina têkilîyan û pêşxistina dîplomasîya di warê zanistê da, alîkarîyeke mezin bide pêşxistina her du welatên cînar Îran û Iraqê û got: “Zanîngehên Tewrêz û Firat ul-Ewset’ê wek 2 zanîngehên mezin û bibandor dikarin bi saya şîyan û potansîyelên berfire yên di warên curbicur da, wan potansîyelan ji bo dabînkirina pêwîstîyên her du welatan bi kar bînin.”
Serokê Zanîngeha Firat ul-Ewset a Iraqê jî di vê hevdîtinê da amajeyî cîgeh û rola vê zanîngehê li Iraqê û herêmê kir û got: “Zanîngeha Firat ul-Ewsetê zêde ji 60 sal berî nika hatîye damezirandin û zêde ji 30 hezar xwendekar wergirtine û 3 hezar endamên desteyên zanistî hene û herwiha di hemî çiqên teknîk û mihendisî, pizişkî, cotkarî, zanistên mirovî, hendese (geometrî), aborî û zanistên bingeh da xwendekaran werdigire û bi saya wan imkan û taybetmendîyan yek ji zanîngehên girîng û bibandor ên Iraqê ye.”