Çile 05, 2023 18:27 Asia/Tehran
  • “Têrorkirina fermandeyên serkeftina dijî terorîsmê berovajî qanûnên navneteweyî ye”

Serokwezîrê Iraqê têrorkirina fermandeyên serkeftina li hemberî terorîsmê ji aliyê Amerîkayê ve binpêkerê hevhatinên di navbera du welatan de û binpêkerê aşkera ya serweriya Iraqê zanî.

Muhemed Şiya Sûdanî, serokwezîrê Iraqê, di merasima salvegera şehîdbûna Sipehbod Hecî Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendês, pêgîrî kir ku êrişa dewleta Amerîkayê ser van fermandeyan binpêkirina aşkera ya hakimiyeta Iraqê û berovajî hemî qanûnên navneteweyî bû.

Sûdanî herwiha got: Van du şehîdên hêja roleka bingehîn bona sekinîna li hember êrişên terorîstan li Iraq û navçê hebûn û ev karê Amerîkayê qet di çarçoveya hevhatinên dualî yên di navbera her du welatan de nîne.

Serokwezîrê Iraqê amajeyî vê yekê kir ku dewleta wî ji bo pêkanîna bingeheka qahêm ji bo hakimiyet û serweriya hewl dide û Iraqa bi iqtidar, dirûşma xwe dizane, destnîşan kir: Iraqa serbixwe xwe naxe nav şerên navçeyî û navneteweyî û roleka girîng bona çareserkirina gêreyan dide ustiyê xwe.

Sûdanî herwiha got ku armanca şehîdên Iraqê ew bû ku ev welata bi istiqrar be.

 

 

 

Serepeyv