Daxwaza pesendkirina hikmê îdamkirina cinayetkaran li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338629-daxwaza_pesendkirina_hikmê_îdamkirina_cinayetkaran_li_iraqê
Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê ji serokkomarê vî welatî xwest ku hikmê îdamkirina cinayetkaran pesend bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2023 14:36 Asia/Tehran
  •  Daxwaza pesendkirina hikmê îdamkirina cinayetkaran li Iraqê

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê ji serokkomarê vî welatî xwest ku hikmê îdamkirina cinayetkaran pesend bike.

Li gorî rapora Al-Furat News'ê, Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê di civîna roja Çarşemiyê ya derbarê alûgorên herî dawî yên Iraqê û mijarên navneteweyî, ji serokkomarê Iraqê xwest ku hikmên derxistî li dijî cinayetkarên ku xwîna iraqiyan rijandiye, pesend bike.

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê her wiha li ser piştevaniya xwe ji kiryarên dewletê bi mebesta pêşdabirina xizmetan li welêt bi taybet ji bo çîn û qatên belengaz û navçeyên paşketî tekez kir.

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê her wiha meseleyên têkildarî parlimanê, ewlewiyetên dora nû ya meclîsê, bi taybet qanûnên hilbijartinê, Komîsyona hilbijartinê, nift û gaz û bûceya federal vekolandin.