Kanûn 31, 2022 16:20 Asia/Tehran
  •  Hikûmeta Iraqê zêdekirina hejmara polîsê jin pejirand

Serokwezîrê Iraqê zêdekirina hejmara jinan li zankoyên efseriyê pejirand.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Sumiriye News'ê, Xalib Etiye rêveberê Polîsê girêdayî bi Wezareta karên hundir a Iraqê got: Ji dema belavbûna Vîrûsa Koronayê û îsal 1300 babetên tundûtûjiya navmalî hatine tomarkirin; ji ber vê yekê Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê zêdekirina hejmara jinan li zankoyên efseriyê pejirand.

Di vê raporê da hatiye, Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Konseya Bilind a Dadweriyê qala zêdekirina amara tundûtûjiya navmalî li dijî zarok, jin û salmezinan di sala 2021ê da û destpêka sala 2022an heta Hezîranê kir.

Li gorî amaran, Dadgehên Iraqê di sala 2021ê da ku Korona belav bû, hezar û 141 babetên tundûtûjiya navmalî li hemberî zarokan tomar kirin.

Her wiha, 18 hezar û 602 babetên tundûtûjiya têkildarî jinan û 2622 babetên neçêbikaranîna extiyaran jî hatine tomarkirin.

 

Serepeyv